Di encama êrîşên Îsraîlê yên Ii ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin di nav de zarokekî 4 salî û nêzî 14 kesên din jî birîndar bûne.
Berdevkê Saziya Parastina Sivîl Mehmûd Besil ji AFP‘ê re got:
Di êrîşa li ser bajarokê Zewayîda yê naverasta Xezaya ya li dijî stasyoneke sotemeniyê de zarokê bi navê Mihemed Ebduselam Taha hat kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn.
Besel destnîşan kir ku di 2 êrîşên li ser kampên Nisêrat û Mexezaî de 2 kesên din hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî rêveberên Nexweşxaneya Şuheda El Eqsayê, 3 cenaze û hin birîndar gihaştin nexweşxaneyê û rewşa 2 birîndaran giran e.
Her wiha çavkaniyên ewlehiyê yên Xezayê dane zanîn ku rojohilatê Xan Yûnisê, bajarê Xezayê, kampa El Mexazî û Beyt Lahiyayê, tevî hin deverên din bi domdarî hatin bombebarankirin û çavkaniyan got ku qeyikên masîgiran li peravên Xezayê hatin gulebarankirin.