Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku Îro hin kenalên fermî û nefermî û rûpelên medyaya civakî, bi navê çavkaniyekê ji wezareta pêşmerge, nûçeya gihîştina sîstema parastina esmanî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, ti çavkanyeke fermî ya wezareta Pêşmerge ev nûçe piştrast nekiriye û wezaretê gotiye ku ev nûçe nerast e.
Wezareta Pêşmerge her wiha tekez kir ku heta niha ti cureyekî sîstema parastina esmanî negihiştiye wezaretê.