Cejina Çarşema Sor, cejina herî mezin a bawerî û civaka Êzîdî ye.
Ev cejin, her sal di roja çarşema hefteya yekemîn a meha nîsanê de li gorî salnameya kevin tê pîrozkirin.
Li gorî Baweriya Êzidî, Xweda dema ku Cîhan ava kiriye 365 rojan dewam kiriye û di çarşema destpêkê ya meha nîsanê de temam bûye.
Li gorî wan, Xwedayê mezin her sal milyaketekî rê dike ruyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başiyê belav bike.
Di vê cejinê de, civaka Êzidî hêkan dikelînin û rengereng dikin, ew hêk jî temsîla nû a avakirina gerdûnê dikin.
Wateya kelandina hêkê jî, ev e ku dema hêj dikele awayî gerdûnê vedigire.
Wek tê zanîn ku di nav hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye.
Civaka Êzidî bi hezar salan e ku vê cejinê pîroz dikin.
Di roja cejinê de nabe ku kes biçe ser karê xwe.
Her wisa di meha nîsanê de, ji bo rêzgirtina ji vê meha pîroz re, nabe kes bizewice.
Piştî cejna feqîran a di 8’ê Nîsanê de, civaka Êzidî xwe amade dike ku di 15’ê Nîsanê de Cejna Kewna Dinyayê pîroz bike.
Serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê û ji bo hemû diniyayê ibadetê dikin.
Piştî wê ji bo mêvanan qurbanî tên serjêkirin, şêranî û hêk tên belavkirin.
Şengal bi bereketa biharê amadekariya Cejna Çarşema Nîsanê dike
Gelê Şengalê îsal bi xêr û bereket û bi hêviyên xurt, biharê û Cejna Çarşema Nîsanê pêşwazî dikin.
Ji niha ve ji welatên Ewropa, kampên Başûrê Kurdistanê û bajarên cuda bi hezaran kes berê xwe dane Şengalê da ku vê cejnê li ser axa pîroz û di nav gelê xwe de pêşwazî bikin.
Îsal bi taybet ji ber barana geş, gelek kaniyên ku ev çend sal in ji ber hişkesaliyê çikayabûn, car din vebûne û diherikin.
Ev kêfxweşiya Şengaliyan a biharê û hatina Cejna Çarşema Nîsanê zêdetir dike.
Êzidî ji niha ve kulîlkên nîsanê ku weke nîşaneya vê cejna pîroz e kom dikin, li ber kaniyên ku piştî salan ji nû ve vebûne, dil û ruhê xwe pak dikin.
Yek ji cihên ku civaka Êzidî lê kom dibin û hatina biharê û cejnê pêşwazî dikin, Quba Pîrê Ewra ye.
Ev qube li bakurê Çiyayê Şengalê ye, her wiha bîra Leyla û Mecnûn jî li ber vê qubê ye ku piştî salan, îsal careke din vebûye û diherike.
Êzîdî bi gelek cejnên xwe tên naskirin.
Her yek ji wan cejinan wateya xwe ya taybet heye û hemû cejin jî grêdana xwe bi xwezayê re hene.