Piştî têkçûna danûstandinên Îran û Amerîkayê, Washingtonê ragihand ku îro saet 5`ê êvarî dê dest bi dorpêçkirina tengava Hurmizê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wî ferman daye ku hemû keştiyên hewil bidin bikevin Tengava Hurmizê yan jî ji wê derkevin, werin astengkirin.
CENTCOM: Dorpêça Hurmizê îro dest pê dike
Piştî daxuyaniyên Trump, Fermandariya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ragihand ku ew ê di 13`ê Nîsanê de saet 5:00`ê êvarî (bi dema Hewlêrê) dorpêça deryayî li dijî hemû keştiyên ku dikevin benderên Îranê yan jî ji wan derdikevin, bidin destpêkirin.
Ev dorpêç dê bêalî li dijî keştiyên hemû welatên ku dikevin bender û deverên peravê yên Îranê, tevî hemû benderên Îranî yên li Kendava Erebî û Kendava Umanê, yan jî derdikevin, were sepandin.
Hêzên CENTCOM`ê dê azadiya geşta keştiyan a ku di Tengava Hurmizê re ber bi bender û ji benderên ne-Îranî ve diçin û tên, asteng nekin.
Berî destpêkirina dorpêçê, dê bi rêya agahdariyek fermî agahdariya zêdetir ji deryavanên bazirganî re were dayîn.
Ebas Eraqçî: Em bi gefa dorpêçkirinê re rû bi rû man
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, li ser danûstandinên li Îslamabadê şîrove kir û got:
"Tenê çend gavan dûrî peymana Îslamabadê, em bi armancên guherîner û gefa dorpêçkirinê re rû bi rû man."
Muhafizên Şoreşê: Her keştiyeke leşerî nêzî tengavê bibe wê rastî bersivê bê
Ji aliyekî din ve, Muhafizên Şoreşê diyar kir ku Tengava Hurmizê "di bin kontrolê de ye" û li gorî hin rêzikan ji bo keştiyên neleşkerî vekirî ye.
Muhafizên Şoreşê gotin:
"Her keştiyeke leşkerî ku bi çi hincetê hewl bide nêzî Tengava Hurmiz bibe, wê wekî binpêkirina agirbestê were hesibandin û dê bersiveke tund û biryardar werbigire."
Îran gefa girtina Tengava Babul Mendebê dixwe
Hemwextî gefên Trump ên spandina cezayên deryayî li ser Tengava Hurmizê, Îranê jî gefa girtina Tengava Babul Mendebê, ku li jêr kontrola komên nêzîkî wê ye, dixwe.
Li gorî ajansa Tesnîm ku xwe dispêre çavkaniyên di nava rayedarên Îranê de, gefên Trump ên ji bo dorpêçkirina deryayî ya li ser Tengava Hurmizê, êdî ne xwedî bandor û ne jî xwedî bawerî ne.
Bazarên Asyayê hilweşiyan petrol gihişt 105 Dolarî
Di heman çarçoveyê de piştî têkçûna danûstandinên Îslamabadê û fermana Trump a girtina Tengava Hurmizê, bazarên aborî yên Asyayê bi daketina rêjeyan vebû.
Bihayê petrola west Texas Intermediate gihîşt 104,84 dolarî û petrola Brent jî derket ser 103,38 dolarî.