Ji 28´ê sibatê ve, şerê Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îran didome.
Ev çend rojin mijara dan û standinan di rojeva Amerîka û Îranê de ye.
Duh Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku wî dema gefa êrîşê ya li ser binavahiya enerjiyê ya Îranê 10 rojên din dirêj kiriye.
Donald Trump destnîşan kir ku ev biryar li ser daxwaza Tehranê hatiye girtin.
Trump di parvekirina xwe ya li ser Truth Social de diyar kir ku hevdîtin gelek baş derbas dibin û dezgehên medyayê yên ku berovajî vê radigihînin wekî nûçeyên derew bi nav kir.
Trump hefteya borî gef xwaribû ku heger Tengava Hurmizê ji nû ve neyê vekirin, ew ê êrîşî binavahiya enerjiyê ya Îranê bikin; paşê diyar kiribû ku hevdîtin "gelek baş û berhemdar" in û gefa xwe pênc rojan paş xistibû.
IAEA: Êrîşa li dijî santrala nûklerî ya Îranê wê bi xwe re karesetê bîne
Li aliyekî din Jî Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi li ser êrîşên leşkerî yên nêzîkî santrala nukleerî ya Bûşehrê ya Îranê hişyarî da.
Grossi diyar kir ku her zerara ku bide xebatên tesîsê dibe ku rê li ber "qezayek radyolojîk a mezin ku bandorê li herêmek berfireh li Îranê û derveyî wê bike" veke.
Di êrîşa herî dawî ya ku şeva Sêşemê hat ragihandin ku mûşek li erdê santralê ketiye.
IAEA berê êrîşek piştrast kiribû ku di 17’ê adarê de êrîşek pêk hatiye û destnîşan kir ku di her du bûyeran de jî zerara li santralê nehatiye ragihandin.