Trump: Em ê êrîşî her keştiyeke Îranî bikin eger li tengavê mayînan biçîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku her keştiyek li Tengava Hurmizê mayinan datîne, gulebaran bikin û ji holê rakin. Wezareta Şer a Amerîkayê jî, diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya dorpêça deryayî de, tankereke niftê ya Îranê desteser kiriye. Hin rapor jî, eşkere dikin ku tevlî dorpêçê jî, petrola xav a Îranê ber bi Çînê ve diçe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di berdewamiya dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îranê de , Serokê Amerîkayê Donald Trump, fermanên nû da hêzên Amerîkayê.

Donald Trump di posteke xwe de, li ser Truth Socialê de nivîsand, ku wî ferman daye Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî ku keştiyên Îranê hedef bigrin û wiha got:

"Min ferman daye Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku her keştiyek ku li Tengava Hurmizê mayinan datîne, gulebaran bikin û ji holê rakin.

Divê ti dudilî di derbarê hedefgirtina van keştiyan de, tune be."

Her wiha Turmp da xuyakirin, ku keştiyên wan ên paqijkirina mayînan niha tengavê paqij dikin û wiha lê zêde kir:

“Kontrola Tengava Hurmizê di destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye.

Ti keştî beyî destûra me, nikare ji tengavê derkeve yan derbas bibe.”

Dîsa di heman çarçoveyê de jî, Wezareta Şer a Amerîkayê bi rêya daxuyaniyekê li ser X`ê piştrast kir ku ew ê li her deverê rê li ber keştîyên ku piştgiriya madî didin Îranê bigire.

Di heman demê de wezaretê diyar kir ku şevê din hêzên Amerîkî, desteserkirin û vekolîneke deryayî ya li ser tankera petrolê ya Îranî M/T Majestic X a ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye qedexekirin, pêk anîn û wiha daxuyand:

“Keştiya ku hate desteserkirin, di herêma berpirsiyariya Fermandariya Hind-Pasîfîk a Amerîkî (INDOPACOM) de petrol ji Îranê di Okyanûsa Hindî re vediguhest.”

Ji aliyê din ve jî, Serokê dadweriya Îranê, Xulam Huseyîn Muhseni Ejei, hişyarî da ku qeyikên bilez ên Supaya Pasdarên Îranê, li şikeftên deryayî yên Girava Farur bi cih bûne û li benda hatina keştîyên êrîşkar ên Amerîkî ne, da ku bi stratejiyeke berevaniyê ya noqbûnê wan tune bikin.

Şîrketa Kplerê: Petrola xav ji Îranê tevlî dorpêçê jî diçe Çînê

Her wiha CNN`ê jî belav kir ku li gorî çavkaniyekê, di nava dorpêçê de jî, petrola xav a Îranê ber bi Çînê ve diçe.

Li gorî daneyên Şîrketa Kplerê, di destpêkê meha nîsanê de petrola xav rojane bi qasî 985 hezar bermîl ji Îranê ber bi Çînê ve tê şandin û heman şîrketê da zanîn ku ev herikîn ji wê demê ve bênavber berdewam dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye