Li navçeyên Agirîyê lehî û erdhej çêbûn

Li du navçeyên bajarê Agirîyê yê Bakurê Kurdistanê, baraneke zêde bariya di encamê de lehî rabû û piştire erdhej çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Agiriyê di heman rojê de du karesatên xwezayî li pey hev rûdan.

Li navçeyên Dûtax û Panosê yên Agiriyê di encama barana zêde de lehî rabû û bi ser de jî erdhej pêk hat.

Malên gelek welatiyan di bin avê de man û ziyanên madî çêbûn.

Vê bobelatê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Li gundê Şemê yê navçeya Dûtaxê ji ber lehiyê gelek malên welatiyan di bin avê de man û zirareke mezin a madî çêbû.

Her wiha li gundê Koru yê navçeya Panosê jî ji ber barîna zêde ya baranê çem û rûbar hilçûn û lehî derket.

Bi taybetî li gundên Zîncîr-qeleya biçûk û Adîl-ovayê bandora erdheje çêbû.

Ji ber erdhejê malên hin welatiyan zirar dîtin û ev yek di nav şêniyên gundan de bû sedema metirsiyan.

Di encama her du karesatan de ti windahiyên canî nehatin tomarkirin.

Hate ragihandin ku ji bo tespîtkirina xisarên li gundan xebatên tespîtê hatine destpêkirin û tê payîn ku ji bo pêşîgirtina li metirsiyên nû tedbîr werin girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye