Riza Pehlewî li Berlînê rastî êrîşekê hat

Riza Pehlewî kurê Şahê dawî yê Îranê, îro konferanseke çapemeniyê li Berlînê bi rayedar û kesayetên siyasî yên Îranî yên li derveyî welêt re li dar xist. Piştî ku Riza Pehlewî ji konferansê derket rastî êrîşeke protestoyî hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kurê Şahê Îranê yê dawî Riza Pehlewî, ji bo ku konferanseke çapemeniyê bi hin kesayetên siyasî yên Îranî yên ku li Almanyayê dijîn re li dar bixe, roja 23'yê nîsanê çû Berlînê.

Dema ku ew ji cihê konferansê derdiket rastî êrîşekê hat, ku êrîşkar şilaveke sor li ser wî reşand.

Li gorî agahiyan, gumanbar tavilê ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Lê belê, hûrgiliyên nasnameya gumanbar hêj jî nehatine eşkerekirin.

Riza Pehlewî duh li ser tora civakî ya X'ê wiha nivîsandibû:

"Sibe, ez ê bi rayedarên hilbijartî yên ji partiyên siyasî yên li Parlamentoya Federal a Almanyayê re bicivim.

Her wiha ez ê bi medyayê re nîqaşan bikim û bi Îraniyên ku li Almanyayê dijîn re hevdîtinan bikim."

Hikûmeta Almanyayê ragihand ku Riza Pehlewî bi "vexwendineke taybet" serdana welêt kiriye.

Her wiha ti hevdîtin di navbera wî û nûnerên hikûmeta Almanyayê de nehatine plankirin.

Di hefteyên dawiyê de, Riza Pehlewî serdana çend welatên Ewropî kiriye û bi hejmarek ji siyasetmedar û medyayê re civiyaye.

Pehlewî daxwaza zêdekirina zextê li ser Dewleta Îranê û berdewamiya piştgiriya xwepêşandanên gelê Îranê kiriye.

Piştgiriya Pehlewî û alîgirên wî ji bo şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê bûye sedema rexne û nerazîbûnan.

Komek ji dijberên Dewleta Îranê jî, rexne li nebûna hevxemiya Riza Pehlewî ji bo qurbaniyên sivîl ên şerê li Îranê dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye