Xelkê Girkê Legê ji bo berdana dîlgirtiyan mîtîngek li dar xistin

Gelê Rojavayê Kurdistanê, rojane ji bo berdana dîlgirtiyên QSD`ê ku di destê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de ne, çalakiyan li dar dixin. Xelkê bajarê Girkê Legê bi mîtîngekê daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin. Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî ragihand ku ew ê vê dozê bi rêyên yasayî yên guncaw bişopînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên ji bo daxwaza berdana dîlgirtiyên QSD`ê berdewam dikin.

Xelkê Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat û heta Sûka Navendî meşiyan.

Li wir meş veguherî mîtîngê û daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji ber bûyer û geşedanên dawî, gelek şervan û sivîl hatin dîlgirtin û li gorî peymanê diviyabû heta niha bihatana berdan.

Malbatên dîlgirtiyan, anîn ziman ku ti hincetek ji bo dewamkirina dîlgirtinê nîne û bang li Hikumeta Veguhêz a Sûriyê kirin ku bilez hemû dîlgirtiyan berde.

Yekîtiya Parêzeran a Cizîrê berdana dîlgirtiyan xwest

Ji aliyekî din ve, Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê bang li Hikumeta Veguhêz a Sûriyê kir ku dîlgirtiyan serbest berde.

Daxuyanî li bajarê Qamişlo bi beşdariya endamên yekîtiyê û malbatên dîlgirtiyan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, ev daxwaz hate kirin:

“Pêwîste hemû aliyên têkildar helwest û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Ji ber di demên dawîn de, bangên gel û saziyên mafên mirovan zêde bûne.

Nebûna çareseriyên zelal û dadperwer ji bo vê pirsgirêkê dê hêrsa civakî zêde bike û baweriya bi dezgehan lawaz bike.”

"Em ê vê dozê bi rêyên yasayî bişopînin"

Yekîtiya Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser van xalan:

Divê Hikumeta Demkî li gorî Peymana 29'ê Çileyê tevbigere.

Em banga serbestberdana girtiyan, rêzgirtina mafên wan ên yasayî li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî dikin.

Divê ev dosyaya mirovî ji destwerdana siyasî were dûrxistin û bi hestek berpirsiyariya yasayî û exlaqî were çareserkirin.

Yekîtiya Parêzeran, dê vê dozê bi rêyên yasayî yên guncav bişopîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye