Rêxistinê destnîşan kir ku duh koma çekdarên rûgirtî bi erebeyekê derbasî gund bûn û ew her du zarok ji pêşiya mala wan revandin.
Her wiha rêxistinê da zanîn ku navên her du zarokan wiha ne: Hêlîn Hisên Elûş û Reyan Îdan Gedro.
Rêxitinê da xuyakirin ku malbatên her du zarokan bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez destwerdanê bikin ji bo çarenûsa wan bê diyarkirin û bi sax vegerin mala xwe.
Ji aliyê din ve, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku di 13´ê Cotmehê de, li deverên cuda yên Sûriyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
SOHR´ê diyar kir ku ev kesên hatine kuştin ji Hema, gundewarên Şam, Reqa û bajarokê Keşkiyê yê girêdayî navçeya Hecîn in.