Rojnemavan Şîrîn Saîdî ya di sala 1972’an de ji dayîk bûye, mîna rojnamevanek xwedî tercûbeya 28 salan, di dezgehên medyayê yên mîna Hamshahrî, Sarmaye, Tehran Emruz û Shahrvand di warê aboriyê de xebitî.
Şîrîn Saîdî di kanûna 2023`an de, bi idîaya "Li dijî ewlehiya neteweyî lihevkirina veşartî û kombûnê” ji alîyê rêjîma Îranê ve, hatibû girtin.
Şîrîn Saîdî sewqî Girtîgeha Evînê hatibû kirin û di meha Nisana 2025’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Îro jî bêyî tu daxuyaniyê fermî, rojnemevan Şîrîn Saîdî ji Girtîgeha Evînê, serbest hate berdan.