Li Helebê Hikûmeta Veguhêz jimarek ciwanên Kurd revandin

Îro endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hejmarek ciwanên ku diçûn taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandin û ew êşkence kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamên Hikumeta Veguhêz li bendên kontrolê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîne hinek ciwanên Kurd revandin.

Hat diyarkirin ku kesên ev êriş û binpêkirin, ji aliyê endamên komên bi navê Firqeya 60, 72 û 76`an ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ne tên kirin.

Hat ragihandin ku bûyereke revandinê li nêzî Parka Çandiniyê ya bajarê Helebê pêk hat û tê de çekdaran hejmarek ciwan revandin.

Her wiha komekî ku maske û cilên reş li xwe kiribûn, du ciwan revandin û êrişî yekî din kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye