Dewleta Îranê di berdewamiya kiriyarên xwe de, du girtiyên din bi dar ve kirin.
Li gorî rêxistinên mafên Mirovan ên Îranê, her du girtî Tewhîd Edulîlaî û Elî binînijad roja pêncşemê 6’ê Tebaxê li girtîgeha Erdebîlê hatin bidarvekirin.
Îranê kolberekî Kurd gulebaran kir û ciwanekî Kurd girt
Li aliyekî din jî, kolberê Kurd ê bi navê Hesen Mistefazade dema ku li ser rêya sînorê Baneyê karê xwe dikir, bi guleyên rasterast ên hêzên dewlata Îranê bi giranî birîndar bû.
Li gorî Rêxistina Hengawê, Hesen Mistefazade niha li navendên bijîşkî yên li Tebrîzê tê dermankirin.
Her wiha di berdewamiya girtina welatiyan de, ji aliyê desthilata Komara Îslamî ve welatiyê Kurd Şêrzad Beyanî hat girtin.
Li gorî raporan, roja duşemê 3’ê Tebaxa 2026’an, hêzên îstîxbaratê bi ser mala malbata Şêrzad Bayanî de girtin û bêyî pêşkêşkirina ti belgeyên yasayî, ew girt û birin cihekî nediyar.
Şêrzad Beyanî 32 salî ye û ji Mehevadê ye.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku ciwanê Kurd Emîr Hisên Efra ku ji parêzgeha Xorasana Bakur e, piştî girtina wî, bi zindankirin û qamçiyan ji aliyê dadgehên Komra Îslamî ve hat cezakirin.
Endamekî kevn ê Supaya Pasdarên Îranê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin
Di bûreke din de, endamekî kevn ê Supaya Pasdarên Îranê yê bi navê Elî Rehîm Zada, di mala xwe de rastî êrîşeke çakdarî hat û hat kuştin.
Raporan nîşan da ku Elî Rehîm Zada ku di heman demê de bi navê Basim Mihemed Elî Arif jî tê naskirin, di sibeha 6’ê tebaxê de li mala malbata xwe li gundê Sarpîr (Seropîrî) yê li bajarê Sarvabadê hat kuştin.