Li Taylandê di bûyereke çekdarî de 8 kes hatin kuştin

Li dibistanekê ku li bakurê paytexta Taylandê dikeve, bûyereke çekdarî rûda. Di encamê de 8 kes hatin kuştin û 15 xwendekar jî birîdar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên herêmî diyar kirin ku di encama êrîşê de tevî xwendekarê êrîş pêk aniye 8 kes mirine.

Cîgirê Wezîrê Karên Hundir ê Taylandê da zanîn ku li gorî lêpirsînên destpêkê, cenazeyê gumanbar di hundirê polê de piştî ku bi guleyekê birîndar bûye, hatiye dîtin.

Cîgir diyar kir ku lêpirsîn hîn jî berdewam dikin, da ku şert û mercên bûyerê werin eşkerekirin.

Tayland, ku li başûr-rojhilatê Asyayê dikeve, yek ji wan welatan e ku herî zêde xelk lê xwedî çekên kesane ne.

Tê texmînkirin ku nêzî 10 milyon çek lê hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye