Îro li Endonezyayê erdhejek bi pileya 7.4 çêbû.
Hate ragihandin ku ji ber erdhejê kesekî jiyana xwe ji dest da.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYA`yê ragihand ku erdheja ku di destpêkê de bi şîddeta 7.8 pileyî hatibû tomarkirin, serê sibê bi dema Endonezyayê li Deryaya Moluccayê çêbûye.
Piştî erdhejê Navenda Hişyariya Tsûnamiyê ya Pasîfîkê ku navenda wê li Hawaiî ye, hişyariya pêlên tsûnamiyê ya xeternak da.
Navenda Hişyariya Tsûnamiyê hişyariya xwe piştî du demjimêran ji erdhejê rakir.