Amerîka û 3 welatên Ereb ji bo rewşa Sûdanê daxuyaniyek dan

Amerîka û 3 welatên Ereb helwesteke yekgirtî li hember Sûdanê nîşan dan û dane xuyakirin ku nabe komên girêdayî "Ixwan Mislimîn" Sûdanê birêve bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amerîka, Erebistana Siûdî, Îmarat û Misir di daxuyaniyeke hevbeş de, banga agirbesteke mirovî ya sê mehan li Sûdanê kir.

Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku pevçûnên li Sûdanê bûne sedema krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê û gefê li aştî û ewlehiya herêmî dixwin.

Her 4 welatan soz dan ku ku piştgiriyê bidin çareseriyek siyasî û tekez kirin ku nabe Sûdan têkeve bin kontrola komên girêdayî "Ixwan Mislimîn".

Di Nîsana 2023an de, li Sûdanê şer di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştigiriya Lezgîn de dest pê kiribû û heya niha didome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye