Kiev tenê çend meh piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di sala 2022'an de, serlêdana tevlîbûna YE kir û hêvî dike bilez beşdar bibe.
Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa ragihand ku ew dixwazin, di zûtirîn dem de bi Ûkraynayê re, dest bi danûstandinên endametiyê bikin.
Plana DYA ya ji bo bidawîkirina şerê di navbera Moskova û Kievê de daxwaz dike ku Ûkrayna heta Çileya 2027'an tevli YE’yê bibe.
Pispor jî vê dîrokê realîst dibînin.
Antonio Costa da zanîn û got, divê welatên namzed van pîvanan bicîh bînin, behsa pîvanên Kopenhagenê yên ku di sala 1993'an de hatine pejirandin, kir.
Costa pesnê Ûkraynayê da, Ûkrayna reformên ji bo bibe endamek tam ê YE’yê hewce dike, pêk aniye.
Ji bo tevlêbûna Ûkraynayê, yan jî ya her welatekî din, pêdivî bi pejirandina yekdeng a hemû welatên endam ên YE’yê heye.
Macaristan, di bin serokatiya Serokwezîr Viktor Orbán de, li dijî wê ye ku Ûkrayna bibe endam.
Lêbelê, Costa destnîşan kir ku Budapeştê di sala 2022'an de destûr da Ûkraynayê ku serlêdana statuya namzetiyê bike.
Fînlandiya xwediyê rekora herî kurt a dema tevlêbûnê di dîroka YE de ye, sê sal in serlêdan kiriye.
Tirkiyeyê jî nêzîkî 30 sal in serlêdana endametiyê kirîye, lê danûstandin hîn jî rawestiyane.
Rûsya, zêdetirî 1000 Kenyayî, beşdarî şerê li Ûkraynayê kirîye
Li alîyekî din jî raporek îstîxbaratê ji parlementoya Kenyayê re hatî pêşkêşî kirin, eşkere dike ku Rûsya zêdetirî 1000 Kenyayî, bi peymanên leşkerî ji Kenyayê leşker kom kirine û ew di eniyên pêş de bi kar anîne.
Rapor eşkere dike ku çawa Rûsyayê zilamên ji welatên Afrîkî bi sozên karên sûdmend, neçar kirine ku li eniyên pêşîn ên Ûkraynayê şer bikin.
Serokê Parlamentoyê Kimani Acheongwah ji qanûndaran re got ku Kenyayî bi vîzeyên geştiyariya welêt diterikînin da ku tevlî artêşa Rûsyayê bibin.
Uganda û Afrîkaya Başûr di nav welatên Afrîkî de ne ku ji bo wergirtina leşkeran têne hedefgirtin.
Ji ber ku Rûsya li Ûkraynayê windahiyên giran dide vê valahiyê dixwaze bi arteşek bi pere tije bike.