Ûkrayna: Di êrîşa Rûsyayê ya li ser keştiyekê de kesek hat kuştin

Ûkraynayê ragihand ku keştiyeke ku ala Panamayê hildabû, li Deryaya Reş hat armanckirin û kesek di êrîşê de hat kuştin. Ji aliyê xwe ve, Volodymyr Zelensky diyar kir ku heke şer di zivistanê de berdewam bike, Ûkrayna ji bo şer dê hewcedarî alîkariyê be.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şer û pevçûn di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike.

Cîgirê serokwezîrê Ûkraynayê Oleksiy Kuleba got ku li Deryaya Reş di êrîşeke dronî ya Rûsyayê de ya li ser keştiyekê ku ala Panamayê hildabû, endamekî ekîbê hat kuştin û du kesên din birîndar bûn.

Oleksiy Kuleba li ser Telegramê bi postekê diyar kir ku keştiyeke din a bi ala Saint Kitts û Nevisê jî rastî êrîşê hat û 3 endamên ekîba wê birîndar bûn.

Polîsên Ûkraynî jî ragihandin Rûsyayê bi dron û mûşekan herêma Sumy ya li bakur-rojhilatê Ûkraynayê bombebaran kir.

Di encama bombebarankirinê de, 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Zelensky: Heke şer zivistanî berdewam bike em ê hewcedarî alîkariyê bin

Ji aliyekî din ve jî, serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky bi postekê li ser Telegramê got ku Ûkrayna armanc dike ku berî zivistanê, bi rêya dîplomasî û fişara li ser Moskovayê, şerê bi Rûsyayê re bi dawî bike.

Volodymyr Zelensky tekez kir ku heke şer berdewam bike, Ûkrayna dê hewcedarî pakêteke alîkariya zivistanê be.

Zelensky destnîşan kir ku ev alîkarî jî gaz, mazot, alavên enerjiyê û herî kêm 300 mûşek in û wiha anî ziman:

‘‘Me ev tişt ji Konseya Ewropayê re ragihandiye.’’

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye