Japonya bi dewrîyeyeke hewayî bersiv da Çîn û Rûsyayê

Ragêşîya di navbera hêzên hegemon de li rojavayê Pasîfîkê kûrtir dibe. Balafirên Amerîka û Japonyayê li Deryaya Japonê bi firîna dewrîyeyê kirin. Bi vê pêngavê Japonya nîşan da, ew ê li hemberî zextên leşkerî paş ve gav navêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Japonya li hemberê dewrîyeya balafirên Rûsya û Çînê helwesteke aktîf nîşan da. 

Duh balafirên japon tevlî yên Amerîkayê li ser esmanên Deryaya Japonyayê firîyan. 

Balafirên amerîkî yên tevlî dewrîyeya hevpar bûn, dikarin bombeyên nukleer jî hilgirin. 

Wezareta parastinê ya japonê dîyar kir, 2 balafirên bomberanê B-52 yên Amerîkayê û 3 balafirên F-35 ên Japonyayê tevlî dewrîyeyê bûne. 

Wezaretê di daxuyanîya îro de bi van gotinan biryardarîya Japonyayê nîşan da: 

"Em biryardarîya xurt a Japonya û DYAyê piştrast dikin ku ew ê destûrê nedin bi darê zorê û bi awayekî yekalî statûko bê guherandin."
 

Ev jî nîşan dide, Japonya di rikeberîya dawî ya li rojavayê Pasîfîkê  de paş ve gav navêje. 

Duh Çîn û Rûsya li dora Japonyayê dewrîyeyeke hewayî pêk anîbûn. 

Balafirên herdu welatan li esmanên Deryaya Japonyayê bi saetan firîyabûn. 

Pekîn û Moskovayê di daxuyanîyên xwe de dewrîyeya hewayî wekî minawreyan nîşan dabûn. 

Rûsya û Çînê alozîya li pasîfîkê mezin kiribûn 

Dawîya vê hefteyê jî balafirên şer ên Çînê di dewrîyeke xwe ya li rojhilatê Japonyayê radarên balafireke japonyayê kilît kiribûn. 

Kilîtkirina radar a di minawreyên hewayî de wekî provokasyoneke cidî tê qebûlkirin. 

Japonyayê ji devê serfermandarê artêşê Hiroaki Uchikura wiha bertek nîşanî dabû: 

"Em ji alîyê ewlehîya Japonyayê ve vê bûyerê pir cidî dibînin." 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye