Li Stenbolê di 6-7’ê Kanûna 2025’an de “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” hate lidarxistin.
Ji 5 parzemîn û 19 welatan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên parlamentoyan weke axaftvan an jî temaşevan tevlî bûn.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo rawestandina êşan pêwîst dike ku pevçûn temamî ji holê were rakirin û aştî mayînde bibe.
Pêvajoya heyî jî wek derfetekî girîng hate binavkirin.
Abdullah Ocalan nîşan da ku ew dikare pêşengiyê ji aştiyê re bike
Di encamnemeya konferansê de ji bo Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan jî beşeke mezin hate veqetandin.
Beşekî encamnameyê ku qala Abdullah Ocalan dike bi vî rengî ye:
"Birêz Ocalan nîşanî civaka navneteweyî daye ku ew dikare li hember tundûtûjiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hem bi awayekî pratîkî û hem jî bi awayekî rewşenbîrî, rêya aştiyeke mayînde veke.
Ji ber vê yekê, em Abdullah Ocalan ne tenê wekî nûnerê gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiyê ya li Tirkiyê û Rojhilata Navîn wekî aktorekî girîng dibînin."
Guhertinên qanûnî mercên ji bo aştiyeke bi rûmet e
Di encamên konferansê de qala guhertinên qanûnî jî hate kirin û ev guhertin weke bingeha aştiyek birûmet hate pênasekirin û wiha hate gotin:
"Wekî ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye diyarkirin, em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin û azadiya Ocalan gengaz dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin."
Jin divê xwedî roleke çalak bin
Di encamnameyê de behsa qala rola jinan jî hate kirin û wiha hate gotin: "Divê jin di pêvajoyên aştiyê de roleke çalaktir bilîzin.
Em girîngiya pêşxistina modelên ku beşdariya wekhev ji bo jinan garantî dikin, demokrasiya herêmî xurt dikin û piştgiriyê didin hevjiyana aştiyane ya civakên cuda dubare dikin."
'Divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bînin'
Encamnameya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” bi van gotinan bi dawî bû:
"Em vê beyannameyê wekî gaveke dîrokî ber bi aştiyeke mayînde ve dibînin û bang li hemû aliyan dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
Em ê pêşveçûna pêvajoyê bişopînin û hêviya xwe ya ji bo veguherîneke ber bi civaka demokratîk û berfireh ve bi biryardarî biparêzin."