Otobusa ku bihayê wê 22 milyon lîre ye (517 hezar dolar), bi taybetî ji bo rihetiya lîstikvana hatiye amadekirin.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo ku lîstikvanên Amedsporê bi hêsanî seferan bikin otobusek kirîn.
Otobusa ku nava wê li gorî pêdiviyên lîstikvanan hatiye amadekirin bi merasîmekê radestî Amedsporê hat kirin.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya beşdarî merasîmê bû.
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser taybetiyên otobusê got:
"Kursiyên otobusê li gorî yên berê zêdetir dirêj dibin.
Rabûn û rûniştina li ser wan hêsan e û bi kalîteya herî bilind hatiye çêkirin.
Di otobusê de televizyon û jûreke civînê jî heye.
Pêşbirkên bajarên din de dê vê otobusê bi kar bînin."