Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partiyê) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma parlementoyê ya partiya xwe de li ser geşedanên dawî nirxandin kir.
Tuncer Bakırhan diyar kir ku Rojhilata Navîn "bi fermî di kaosê de ye".
Hêza dewletan tenê bi kapasîteya leşkerî nayê pîvandin û bi mînaka Îranê, argûman kir ku hêza rastîn a rejîman ji razîbûna gel tê.
Di berdewamîya axaftina xwede Bakirhan got:
"Tiştê ku dewletekê xurt dike, di rastiyê de razîbûna ku ew ji gelê xwe distîne ye.
Her ku gel bêtir razîbûnê bide dewlet, rejîmê, hikûmetê, ew dewlet ewqas xurttir dibe."
Her weke din Bakirhan li ser geşedanên ku niha Îranê di qewimin de jî wiha axivî:
"Me gelek caran şahidiya vê yekê kiriye, lê vê carê hişmendiya her kesî hinekî zelaltir bûye.
Guhertina rejîmê li welatekî bi destwerdana derve re, ji wî welatî re aştî,demokrasî û bextewariyê nayne.
Tenê rêyek heye ku demokrasî û serfirazî were welatekî, ango demokrasiya li welatekî, demokratîkbûna rejîmê,
tenê bi dînamîkên welatekî û dengên xwe yên nerazî dikare were bidestxistin.
"Hin kes hene ku dixwazin aqil bidin Kurdan"
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Tuncer Bakirhan di dawîyê de ev tişt jî got:
"Ez dixwazim di hebûna we de xaleke taybet bibêjim.
Siyasetmedarên ku xwe parêzvanên Kurdan dibînin û ên ku
şîretdayîna Kurdan kirine pîşeya xwe, divê dev ji van
daxuyaniyên li ser Kurdan berdin."