Desteserkirina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî, 31`ê Tîrmeha 2025`an hat ragihandin ku wekî “Celadê Enfalê” tê naskirin.
Eca,c di dema Enfalê de berpirsê Zindana Nugreselmanê ya li Parêzgeha Muthenayê bû.
Li gorî îfadeyên Ecac ên di dema lêpirsînê de, Ecac li tawanên xwe mikur hatiye û wiha gotiye:
"Min rojê bi tenê semûnek daye Enfalkiriyan û min avek dida wan ku nedihat vexwarin, tijî gemar bû da ku bimirin.
Kesên ku jiyana xwe ji dest didan, ji zindanê dihatin derxistin û dihatin binaxkirin.
Ji ber ku axeke kêm bi ser wan de dihat dakirin, termên wan derdiketin holê û kûçikan laşên wan dixwarin."
Li gorî agahiyan, dê rûniştina dadgehê pêncşemê (7`ê Gulana 2026`an) li Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ya li Bexdayê bê li dar xistin.