Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky pêşniyara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a ji bo serdana Moskovayê ji bo dan û standinên li ser çareseriyeke dîplomatîk bike, red kir.
Zelensky got: “Putin dikare were Kîevê . Ez nikarim biçim Moskovayê dema ku welatê min rojane bi mûşekan tê bombebarankirin. Ez nikarim biçim paytexta vî terorîstî.”
Ji aliyê xwe ve jî, Putin tekez kir ku Rûsya amade ye ewlehiya Zelensky û endamên şanda Ûkraynayê biparêze heger ew biryar bidin ku serdana Moskovayê bikin.