Li derdora Siweydayê şer derket

Li derdora Siweydayê şer di navbera Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Durzî de derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku duh Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bajarokên Kenaker û Xirbet Semîr, bajarokê Ûra yê li gundewarê Siweydayê gulebaran kirin.

Her wiha bi heman rengî ji Tel Hedîdê jî bajarê Siweydayê gulebaran kirin û li başûrê rojavayê Siweydayê Hêzên Durzî bersiva êrîşan dan û şer di navbera her du aliyan de derket.

SOHRê diyar kir ku di 2`ê îlonê de, li bajarokê Mecdel, Walga û Xirbet Semîr yên gundewarê Siweydayê, pevçûnên tund derketin, di dema şer de dengê teqîneke bihêz hat bihîstin û droneke Îsraîlî li asmanê deverê hat dîtin, pişt re Hêzên girêdayê Hikûmeta Veguhêz paş de vekişiyan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye