Di 28'ê sibata 2026'an de, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êrîşeke hevbeş li ser çend bajarên Îranê pêk anîn. Li dijî bajarên wekê Tehran, Îsfehan, Qum, Kerec û Kirmaşanê bombebaraneke dijwar hat kirin.
Li hember vê yekê Îranê jî bi muşekan baregehên DYA û Îsraîlê kirin armanc.
Têkildarî van êrîşan MYK’a DEM Partiyê û Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê daxuyanî weşandin û îşaret bi azadiya gelên Îranê kirin.
"Li Îranê rêya sêyemîn pêkan e"
DEM Partiyê, destnîşan kir ku têkildarî bandora encamên êrîşên Îsraîl û DYA’yê li ser Îranê, tên kirin dive hişyarî hebe û wiha hat eşkererkirin:
"Weke DEM Partî em difikirin ku li Îranê rêya 3’yemîn pêkan e û ev nêzîkatiya herî exlaqî ye.
Em bawer dikin ku hemû civakên li Îranê wê ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî û jiyana hevpar sûd wergirin.
Modeleke ku bikare wan bi rêve bibe ava bikin û em piştgiriyê didin hewldanên gelên Îranê yên ji bo demokrasî û aştiya civakî."
"Hêzên Emperyalîst gelan azad nakin"
Her wekî din Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmirê jî daxuyanî da.
Berdevkê KESK'ê Hamdî Çalik daxuyanî xwend û diyar kir ku DYA û Îsraîl dixwazin herêmê bikişînin nav şerekî mezin û wiha got:
“DYA ya ku Îraq, Afganistan, Lîbya û Sûriyê di nav xwînê de hişt, niha çav berdaye Îranê.
Piştî qetilkirina Jîna Amînî, daxwaza gelê Îranê ya ji bo wekhevî û rûmetê zêdetir bûye.
Hêzên Emperyalîst gelan azad nakin, zêdetirî 60 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ev rasterast hovîtî ye.”