Tirkiye bû dewleta yekem ku hesabê Grok girt

Tirkiyê li ser hesabê X'ê ya asîstana zekaya çêkirî Grok biryara qedexeyê anî. Biryar bi bihaneya "parastina ewlehiya neteweyî û pergala giştî" hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Biryara ku ji aliyê Komeleya Azadiya Fikrî ve hat ragihandin tê diyar kirin ku hûrgiliyên biryarê ne zelal e, lê biryar ji aliyên pêwendîdar re hatiye ragihandin.

Bi vê biryarê re Tirkiye di qada nawneteweyî de bû yekem dewlet ku qedexeya giştî li ser Grok danî.

Biryar her çiqas ji aliyê pêwendîdar re hatibe ragihandin jî hêj neketiye meriyete, kesên ku dixwazin xwe bigihînin hesabê X'ê ya Grok dikarin xwe bigihînin.

Berê jî ji bo hin parvekirinên Grok li Tirkiyê doz hatibû vekirin û hin parvekirinên Grok hatibûn rakinin an jî ji Tirkiyê xûya nedikirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24