Rojnameya New York Timesê di derbarê rojnamevana Amerîkî Shelly Kittleson ku ji aliyê çekdarên Hizbullaha Îraqê ve hatibû revandin, di derbarê şert û mercên berdana wê de agahiyên nû parve kirin.
New York Times’ê ragihand ku koma çekdar a Îraqî (Hizbullah) a hevalbendê Îranê, roja çarşemê pêşniyar kir ku ji bo berdana rojnamevana Amerîkî ya ku ji aliyê wan ve hatiye revandin, danûstandinan bikin.
Li gor nûçeya rojnameyê, Hizbullaha Îraqê zextê li hikûmeta Îraqê dike da ku li beramberî berdana endamên wan ên di girtîgehên Îraqê de ne, ew ê jî rojnamevan Shelly Kittleson berde.
Du berpirsên ewlehiyê yên Îraqî eşkere kiribûn ku Hizbullaha Îraqê ku komeke bihêz a çekdar e li Îraqê, li derveyî kontrola dewletê ye.
Herdu berpirsên ewlehiyê, ku nexwestin navên wan bên eşkerekirin, gotin ku nûnerên Hizbullaha Îraqê roja çarşemê bi berpirsên hikûmeta Îraqê re têkilî danîne û li beramberî berdana rojnamevan Shelly Kittleson daxwaza berdana çend endamên xwe yên girtî kirine.