Li gorî daxuyaniyên çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê, artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên asmanî û bejayî li ser herêmê zêde kirine. Di vê çarçoveyê de, taxên El Tifah û El Zeytûn ên li rojhilatê bajarê Xezayê bi topên tankan hatin hedefgirtin. Her wiha drona artêşê herêma bakurê bajarê Xan Yûnisê bombebaran kir ku di encamê de 3 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din, li navenda bajarê Xezayê jî êrişên rasterast li ser sivîlan pêk hatin. Çavkaniyan ragihand ku di encama bombebarana li ser bajêr de 2 kes hatine kuştin ku yek ji wan zarok e, û çend kesên din jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li kolana El Selasîn matorbîsifletek û li nêzî herêma Ensarê jî konekî alîkariyê yê koçberan rasterast kirine hedefa êrişên xwe.