Ajansa HRANAyê ragihand ku roja yekşemê, 7ê Kanûnê, komek xwendekarên Zanîngeha Allameh Tabatabaei ya Tehranê ji bo pîrozkirina Roja Xwendekaran li kampusa zanîngehê kom bûn.
Li Tehranê daxwaza berdana girtiyên siyasî tê kirin
Xwendekaran dirûşmeyên wekî "Azadiya xwendekaran, azadiya civakê" qîr kirin û daxwaza berdana girtiyên siyasî, bi taybetî xwendekarên girtî kirin.
Li Reşt û Ehwazê xwepêşandan hatin lidarxistin
Ajansê daxuya kirin ku Hejmarek ji karmendên ku di ezmûna wergirtina kar a 2023an de ji bo Şîrketa Rafîneriya Petrolê ya Abadan bi ser ketin, li ber baregeha şîrketê meşek nerazîbûnê li dar xistin.
Xwepêşanderan bi daxwaza zêdekirina mûçeya herî kêm û mûçeyek dadmendtir kirin.
Ajansa Mafê Mirovan diyar kir ku li bajarê Reşt û Ehwaz teqawîdên ewlehiya civakî xwepêşandan li dar xistin.
Teqawidên Îranê xwepêşandan li dar xistin
Teqawîdbûyan daxwaza cîbicîkirina madeya 96an a Qanûna Ewlehiya Civakî, bilindkirina teqawidan bo asta xeta xizaniyê, dabînkirina dermankirina bijîşkî ya bêpere û dayîna mûçeyên karkerên betlaneyê kirin.
Ji aliyê xwe ve jî, Encûmena Teqawidên Îranê daxuya kirin ku hejmarek ji teqawidên ewlehiya civakî ji Şûş, Karxeh û Heft Tappeh li ber avahiya ewlehiya civakî li Şûşê kom bûn, her wiha li ber Saziya Ewlekariya Civakî li Tehranê jî, kom bûn.
Ajansa nûçeyan a ILNA, da zanîn ku xwepêşandanên ku çar roj berê, ji karkerên Kompleksa Çandinî-Pîşesaziyê ya Karkheh li ber avahiya rêveberiya kompleksê li dar xistibûn, heta roja 7ê Kanûnê berdewam kirin.
Lli Îranê amadekarî ji bo xwepêşandanên din tên kirin
Her wiha Sendîkaya Karkerên Azad ên Îranî belav kiribû ku niştecihên gundê Rouin Safriyin li ber avahiya rêveberiya navçeyê kom bûn da ku li dijî desteserkirina erdên çiyayî ku ji aliyê veberhêner hatiye desteserkirin, nerazîbûnê nîşan bidin.
Li gorî HRANA, roja şemiyê, komek ji karmendên Şîrketa Petrolê ya Deryayî ya Îranê li herêma Lavanê mîtîngek protestoyî li dar xistin.
HRANAyê eşeker kir ku daxwazên van karmendên nerazî dayîna tevahiya mûçeyan û zêdekirina pereyên teqawidiyê ye.