Merz di hevdîtina xwe ya bi Netanyahê re da zanîn ku ev hedef dikare di dawiya pêvajoyek danûstandinan de pêk were.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahê jî behsa 'derfetên ji bo aştiyê' kir lê avabûna dewletek Filistînî red kir.
Serdana Merz piştî proseyeke aloz a di navbera Almanya û Îsraîlê de pêk hat.
Berlînê ji ber kiryarên wê yên li Xezeyê, ambargoya çekan a qismî li ser Îsraîlê ferz kiribû.
Piştî ku agirbesta bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pêk hat, ambargo hate rakirin.
Almanya di dema rêveberîya Nazîyan de bi milyonan cihûyan kuştibû.
Almanyaya Federal piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat avakirin ji komkujîyê mukur hat û bi têkiliyên dîplomatîk sazkir.