Li parlementoya Tirkiyeyê hevdîtinên li ser bûdçeyê 2026an dest pê kir  

Li Parlementoya Tirkiyeyê îro nîqaşên li ser Peşniyar Qanûna Bûdçeya Rêveberî ya Navendî  2026an hebû. Niqaş îro dest pê kir û wê 14 rojan berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro ji bo nîqaşa budçeya sala 2026an bi serokatiya Numan Kurtulmuş civiya.

 

Civat giştî bi nîqaşên li ser Pêşnûmeqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî dest pê kir.

 

Piştî nîqaşên li Komîteya Plankirin û Bûdçeyê, pêşniyara ku ji Civata Giştî ya parlementoyê re hat anîn, wê di neh doran de ku budçe û hesabên dawîn ên rêveberiyên giştî digre navxwe, were nîqaşkirin.

 

Ev maraton wê 14 rojan, tevî betlaneyên fermî, bidome heta ku bernameya rojane temam bibe.

 

Niqaşên li ser bûtçeyê wê du hefteyan bidome û wê li ser nîşaneyên aborî û mijarên siyasî û civakî yên heyî raweste.

 

Maratona bûdçeyê bi pêşkêşkirina Cîgirê Serok Cevdet Yilmaz dest pê kir.

 

Piştî vê yekê, rayedar û serokên Yeni Yol, Partiya İYİ, MHP, DEM, CHP û AKP wê budçe û rojeva heyî binirxînin.

 

Piştî ku Yilmaz rexneyan çareser bike, wê li ser bendên budçeyê dengdan were kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye