Li şûna endamê Heyeta Îmralîyê ya (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku 3’ê Gulana 2025’an li nexweşxaneyê ji ber krîza dil û têkçûna gelek organan jiyana xwe ji dest dabû Parlementerê Riha yê Mîthat Sancar hat erkdarkirin.
Mîthat Sancar di heyeta Îmraliyê de hat erkdarkirin
Di encama nirxandinên rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM) de Parlementerê Riha û Hevserokê berê yê HDP’ê Prof. Dr. Mîthat Sancar weke endamê nû yê heyetê hat destnîşankirin. Bi vî awayî Parlementerê Rihayê yê DEM Partiyê Mithat Sancar wê tevlî heyeta Îmraliyê bibe. Di nava heyetê de wekîla Partiya DEM’ê ya Wan’ê Pervîn Buldan û parêzer Ozgur Erol jî hene.
Partiya DEM’ê hevdîtinên xwe didomîne
Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, DEM Partî, hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabûn despêkirin, didomîne.
Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Zengîn, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sîncar pêk dihat, ji bo têkildarî pêvajoyê agahiyan bidin û nîqaşan bimeşînin, çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Şandeya DEM Partiyê ji hêla Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazî kirin.
Şandeya DEM Partiyê û ÎHD’ê piştî hev silav kirinê civîna xwe ji çapemeniyê re girtî domandin.
Rizgar ARA