5 Nûnerên Komîsyona Meclîsê wê bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikin

Pêşniyara Cigirê MHP`ê Feti Yildiz a ji Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê çend kes ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan re hevdîtin bikin ji aliyê Serokê Meclîse ve hat qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Serokê MHP`ê Fetî Yildiz ji bo Komisyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan jî hevdîtin bike û nêrînên wî werin girtin bang li Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir.

Li gorî nûçeya Rojnameya Sozcû Numan Kurtulmuş wê 5 endamên ji Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê pêk tên ji bo bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikin wê werin hilbijartin.

Piştî banga Cigîrê Serokê MHP`ê Feti Yildiz hat îdea kirin ku Komisyon ji bo 5 endaman bişîne Girava Îmraliyê dest bi xebat kiriye.

5 Nunerên ji Komisyonê pêk tên wê wek “heyeta Îmraliyê” werin ava kirin û bi Abdullah Ocelan re Pêvajoya nû ya çareseriyê, danîna çekan, fesih kirina PKK`ê û rojevên heyî werin guhdarkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24