Li Bakurê Kurdistanê riyên gelek bajaran hatine girtin

Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde li Wan, Bitlîs, Mûş û Colemêrgê rêyên 147 gundan hatine girtin. Her wiha li navenda Colemêrgê û navçeyên wê jî rêyên 23 gund û mezrayan hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tê zanîn ku ev demek e li Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa hewayê ya nebaş, riyên gelek bajar û gundan hatine girtin.

Rewşa hewayê ya nebaş bandorê li Wan, Bitlîs, Mûş û Hekariyê dike.

Berf, bager û barana zêde, rêyên gelek wargehan girtine.

Li Wanê, rêyên 50 wargehan ku 18 tax û 32 gund in, ji bo trafîkê hatine girtin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî hewldanên xwe didomînin.

Tîmên paqijkirina berfê li Bitlîsê jî xebatên xwe berdewam dikin. Tê zanîn ku rêyên 82 gundên wê hatine girtin û li Mûşê jî rêyên 15 gundan hatine girtin.

Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê berf dibare. Ji ber berfa zêde hat ragihandin ku rêyên 23 gund û mezrayan hatine girtin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye