Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî salek û 10 mehan di ser hilbijartina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin, lê rewş wisa ye ku qey hilbijartin qet nehatiye kirin.
Nêzîkî sê sal û 10 mehan e Başûrê Kurdistanê bê parlamento ye, ev jî ji ber ku di dîroka 06-11-2022’yan de xula pêncem a parlamentoyê bi dawî bû.
Her wiha di dîroka 20-10-2024’an de hilbijartina xula şeşem a parlamentoyê hat kirin, lê heta niha parlamentoyê tenê yek civîn encam daye, di wê civînê de jî tenê namzetên serkeftî sonda yasayî xwarine û xwe weke parlamenter dane naskirin.
Heta niha ne parlamento dicive û ne jî hikûmet hatiye avakirin
Ji sala 1992’an û heta niha, li Başûrê Kurdistanê şeş caran hilbijartina parlamentoyê hatiye kirin, lê hilbijartina xula şeşem, yekemîn hilbijartin e ku demeke dirêj di ser re derbas bûye û heta niha parlamentoyê civînên xwe encam nedane û hikûmet ava nekiriye.
Parlamenter Helz Ehmed: Nivîsgehên siyasî yên partiyan cihê parlamentoyê girtine
Li ser vê babetê, parlamentera fraksiyona Yekgirtû di Parlamentoya Kurdistanê de, Helz Ehmed ji Nûçe TV re ragihand ku sedema sereke ya necivîna Parlamentoya Kurdistanê û avanekirina hikûmetê PDK û YNK ne.
Ji ber ku her yek ji PDK û YNK’ê mercên wan ên cuda hene ji bo civîna parlamentoyê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê.
PDK dibêje divê destpêkê civîna parlamentoyê bê kirin û desteya serokatiyê bê hilbijartin, piştre ew ê hikûmetê ava bikin.
Parlamenterek: Partî û yekîtî sedemên vê rewşa Kurdistanê ne
Lê YNK gotineke din dike û mercê wê cuda ye, ew dibêje aktîfkirina parlamentoyê û avakirina hikûmetê yek pakêt e û divê bi hev re werin yeklakirin.
Helz Ehmed behsa wê yekê jî kir ku di nebûna Parlamentoya Kurdistanê de, baregehên serkirdeyan û nivîsgehên siyasî yên partiyan karan bi rê ve dibin.
Di vê pirsê de jî tenê zirarmendê yekem xelkê Başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku hikûmeta niha demkî ye û ti çavdêriyek li ser nemaye.
Başûrê Kurdistanê di nav qeyraneke kûr a siyasî de ye
Dem bi dem berpirsên PDK û YNK’ê di medyayê de xuya dibin û behsa nêzîkbûna her du partiyan û civîna lûtkeya partiyan dikin ji bo aktîfkirina parlamentoyê û avakirina hikûmetê.
Lê heta niha ti asoyek nayê dîtin ji bo civîna partiyên Başûrê Kurdistanê.
Niha Başûrê Kurdistanê di nav qeyraneke kûr a siyasî de ye û ne diyar e ka ev xemsariya partiyên Kurdî di nav vê aloziya tije metirsî ya Rojhilata Navîn de, dê çarenûsa Başûrê Kurdistanê bibe ber bi ku ve.