Abdulah Ocalan: Dema avêtina gavên hiqûqî hatiye

Şandeya Îmraliyê bi daxuyaniyeke naveroka hevdîtina dawî ku bi Abdullah Ocalan re pêkanîn, eşkere kir, Li gor daxuyaniyê Abdullah Ocalan di nirxandina xwe de destnîşan dike ku divê pêvajo hiqûqî û qanûnî were destpêkirin û ji bo serkftina pêvajoyê ji destê kî çi tê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke niviskî belav kir. 

Şandeyê nirxandina ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji bo ku bi raya giştî re were parvekirin, parvekir û ev nirxandin kir:

“Biryardariya me ya li pişt ruhê gavavêtina banga 27’ê Sibatê û çareserkirina pirsgira xwişk û biratiyê ku di nav hiqûqê de were çareserkirin, berdewam dike. 

Em di arefeya vê yekê de ne tifaq û yekîtiya dîrokî ya Kurd-Tirk a ku li Anatoliyê heqîqeta dîrokî ye û ku di hemû qonaxan de ji hev qut nebûye li ser zemîna hiqûqî xurt bikin. 

Heqîqeta ‘Eger tu Kurdan ji Tirkan bikî, Kurd namînin, eger tu Kurdan qut bikî Tirk namînin’ pêşxistina jiyana hevpar û hiqûqa wekheviyê bi me dide ferzkirin. 

Dema ku divê hesasiyetek beramberî hev were çaverêkirin ku zemînek qanûnî pêk were hatiye. 

Ez bi sebrê li bendê me ku ev rê were vekirin. Ev yek firsendek dîrokî ye. Ez di hişmendiya vê yekê de me. 

Divê bi hesab û nêzîkatiyên biçûk, teng û ku xizmetê ji siberojê re nake, were terkirin. 

“Di çarçoveya rapora komîsyonê de divê herkes erka dikeve ser milê xwe bi cih bîne”

Em hemû bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Komîsyona ku li TBMM'ê hatibû avakirin, raporeke hevpar amade kir. Di rapora ku hatibû amadekirin de jî divê pêvajoya hiqûqî û qanûnî were destpêkirin. Divê pevçûn û çek bi temamî ji dewrê bên derxistin. Divê rûpeleke nûpênû were vekirin û her kes çi ji destê wî tê, divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk li Anatoliyê hîmê bingehîn ê siberojê ye. Di her gavavêtinê de divê em çanda vê axê esas bigirin. 

Abdullah Ocalan: Hiqûqa negatîf divê vegûhere ya pozîtîf

Bi sererastkirina qanûnî divê ev tifaq, bi awayekî mayînde bigihîje misogeriya hiqûqî û di komarek demokratîk de jiyanek bi hev re ya azad û wekhev pêkan e. Divê hiqûqa negatîf veguere hiqûqa pozîtîf.

Ji bo avakirina jiyanek hevpar, wekhevî û edaletê rûpelek nipînû ji bo bê vekirin, dîrok firsndekê pêşkêşî me dike. Baweriya min pê heye ku em ê vê firsendê bi hev re binirxînin.”

Şandeyê di dawiyê de diyar kir ku ew jî weke şande daxuyaniya Abdullah Ocalan dîrokî dibînin û di serî de TBMM bang li her kesî kir ku di zûtirîn dem de gavên qanûnî bavêjin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye