Li Hindistanê ji ber rabûna lehiyê 25 kes mirin

Li Hindistanê ji ber baranên zêde lehî çêbûn. Li Spanyayê jî şewata daristanan berbelav dibe. Zêdetirî 25 hezar hektar erd şewitî û bi hezaran kes ji malên xwe derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rewşa hewayê ji cihekî ber bicihekî dughere.

Li milekî baranên zêde ku dibin sedema lehiyan û li milekî ji ber şewatê agir bi darstanan dikeve.

Ev çend roj in li Hindistanê baraneke zêde dibare.

Karbidestan duh gotin ku di lehiyên ku ji ber barana zêde ya ku di dawiya hefteyê de li bakur û bakurê rojhilatê Hindistanê qewimîn, herî kêm 25 kes mirine.

Tê payîn ku di rojên pêş de baran zêdetir bibare.

Berpirsekî payebilind ê polîsan got ku di bûyerên cuda yên têkildarî baranê de li navçeyên Keşmîrê herî kêm 15 kes mirine.

Ji ber barana zêde kesên winda jî hene

Li eyaleta Nagaland rayedarekî payebilind ji Reuters re anî ziman ku hilweşîna erdê ji ber barana berdewam çêbûn.

Ji ber vê yekê 9 kes mirin û tîmên rizgarkirinê vê dawiyê 4 cenaze dîtin.

Li eyaleta Assamê, rêveberiya karesatan a eyaletê roja yekşemê ragihand ku ji ber lehiyê kesek miriye.

Li heft navçeyên eyaletê, ji ber barana zêde zêdetirî 57 hezar mirov zirar dîtine.

“Dibe ku di 6-7 rojên pêş de baran li Hindistanê berdweam be”

Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê diyar kir ku di 6-7 rojên pêş de, dibe ku li Hindistanê ev rewş berdewam be.

Li Nepala ya cîranê Hîmalayayê, 27 kes mirin û yek jî winda ye.

Li Spanyayê şewata daristan berbelav dibe

Li Spanya û başûrê Ewropayê, demsalên şewatên daristanan ên dijwartir hatin dîtin.

Heta duh jî şewat li Spanyayê berdewam bû.

Ev şewat bû agirê herî mezin ê salê; ji ber ku hat hişyarkirin ku pêla germê ya nêzîk dê metirsiya şewatên daristanan li seranserê herêmên berfireh ên welêt zêde bike.

Di şewata li parêzgeha Almería ya Spanyayê de 13 kes mirin

Ev agir piştî du hefteyan ji şewata li nêzî Piedar, li parêzgeha Almería tê.

Herî kêm di wê şewatê de13 kes mirin.

Duh rayedarên Spanyayê niştecihên 3 bajarokên din vala kirin.

Li Spanyayê zêdetirî 25 hezar hektar şewitî

Ji ber agir zêdetirî 25 hezar hektar şewitî. 

Heta niha hejmara mirovên ji ber şewatê ji malên xwe derketine gihiştiye hezar kesî.

Ajansa Meteorolojiyê ya Spanyayê ragihand ku dibe ku ev rewş heta roja Pêncşemê bidome.

Ji ber ku hewaya germ û hişk ji Afrîkayê ber bi bakur ve tê, heta roja Pêncşemê germahî li hin deveran dikare bigihîje 42 û 44 pileya Celsius.

Ajansê her wiha li herêmên çiyayî yên rojhilatê Spanyayê hişyarî da ku îhtîmala bahozên hişk li wan deveran çêbibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye