Li herêma başûrê Qazaxistanê, qadeke berfireh a ku digihe 9 hezar û 110 kîlometre çargoşe rûbirûyî hişkesalî û zuhabûneke giran bûye. Ev rewş zirareke mezin dide xelkê herêmê û sektora çandiniyê dixe bin metirsiyeke mezin. Ji bo çareserkirina vê krîza hawirdorê û dabînkirina avê, projeyeke nûjen a bi navê "barana çêkirî" ket meriyetê. Ev proje bi piştgirî û fînansemana Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (MEY) tê birêvebirin.
Di herêmê de teknolojiya tovkirina ewran (cloud seeding) wekî çareseriya sereke tê bikaranîn. Di vê pergalê de, bi rêya balafir û dronên taybet, hinek derman û materyalên kîmyawî yên guncaw di ser ewran de tên rijandin. Ev materyal dibin sedem ku dilopên avê yên di nav ewran de hev bigirin, ewr xurt bibin û di encamê de baran bibare.
Ev gava teknolojîk wekî hêviyeke mezin ji bo cotkar û şêniyên herêmê tê dîtin da ku bandora hişkesaliyê kêm bibe û aboriya çandiniyê ji hilweşînê rizgar bibe.