Li gelek bajarên Tirkiyê, careke din şewata daristana derket û heta amadekariya vê nûçeyê jî şewat berdewam in.
Doh li daristana Taxa Îstîklalê yê navçeya Şarkoy a Tekîrdagê şewat derket.
Bi bandora bayê ve şewat gihîşt gundê Kizilcaterzî û di encam de 4 welatiyên ku dûxana şewatê bandor bûbûn rakirin nexweşxaneya bajêr
Aliyên eleqedar weke tedbîr gundê Şenkoy, Kizilcaterzî û Kocalî valakirin. Hinek malên li vê herêmê ji ber şewatê zirar dîtibûn.
Waliyê Tekîrdagê Rcep Soyturk bê ku sedema derketina şewatê eşkere bike diyar kir ku şewat ji ber bandora bayê belav bûye, derbarê şewatê de lêpirsîn dane destpêkirin.
ÇANAKKALE
şewata li Tekîrdagê derket bandorê navçeya Gelîbolu ya Çanakkaleyê jî kir. Şewat bi şev gihîşte bajarokê Kavakkoy yê navçeya Gelîbolu. Şewata ku midaxileya koman lê hatekirin, hêj nehatiya kontrolkirin.
Ji aliyeke din xebatên tefandina şewata ku duh li navçeya Ayvacikê dest pê kiribû didomin.
Waliyê Çanakkaleyê Omer Toraman, di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand 240 kes ji 3 gundan navçeyê ji bo tevdîrê hatine tehliyekirin.
BOLU
Ciheke din ê şewatê jî navçeya Mudurnu ya bajarê Boluyê ye.
Hate ragihandin ku komên Agirkujiyê, tenduristiyê, cendirme, Miduriyeta Herêmî ya Daristanê û AFADê ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Welatiyên ku ji ber dûxana şewatê bandor bûbûn ji aliyê komên tenduristiyê ve tedawiya wan hate kirin.
Hate ezanîn ku hinek sewal di şewatê de mirine.
KONYA
Dîsa mûdaxaleyên li şewata ku duh li nêzî Davras a navçeya Doganhîsar a Konyayê derketibû jî berdewam dike.
Şaredarê Doganhîsarê Alî Oztoklu, duh li ser hesabê medya xwe ya dîjîtal de got:
“Bi komên me yên agirkujiyê ve xebatên tefandin û hinêkkirinê didomin. Bi gurbûna bayê ve şewat careke din belav bûye.”
MANÎSA
Li Taxa Kayişlar a navçeya Sarûhanli ya Manîsayê agir bi qadeke hêşîn ket. Bi hatina tîmên agirkujiyê re agir hat tefandin. Hat diyarkirin ku qadeke 20 hektarî zirar ji şewatê dîtiye. Li herêmê xebatên cemidandinê didomin.
BALIKESÎR
Li Taxa Îskele ya navçeya Burhaniyê ya Balikesîrê jî, li ser rêya Îzmîr-Çanakkaleyê agir bi qadeke hêşîn ket.
Piştî demeke kin agir ji aliyê tîmên agirkûj ve hate vemirandin.