Îsal li gelek welatên cîhanê pêlên germahiyê yên dîrokî, ziwabûn û şewatên daristanan rû didin, di heman demê de li herêmên din jî baranên dijwar û lehî bandoreke neyînî li jiyanê dikin.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî (WMO) bi fermî da xuyakirin ku ji ber zêdebûna bilez a bûyera El Niño, dê di mehên pêş de rewşa hewayê li seranserê cîhanê hîn xirabtir û dijwartir bibe.
Sekretera Giştî ya WMO, Celeste Saolo, banga hişyariya zû li hikûmetan û ajansên mirovî kir da ku civakên di bin xeteriyê de werin parastin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, destnîşan kir ku El Niño êdî ji diyardeyeke demkî derketiye û bûye rastiyeke ku germbûna gerstêrkê zêde dike.
Guterres bal kişand ser bandora sotemeniyên fosîl mîna komir, petrol û gazê ku krîzê girantir dikin û daxwaza rawestandina tavilê ya projeyên nû kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku eger gavên berbiçav ji bo parastina mirovan û çareserkirina sedemên bingehîn neyên avêtin, ev xeterî dê bibin sedema encamên hîn kujertir.