Hejmara miriyên erdheja li venezuelayê gihişt 3 hezar kesî

Her diçe bîlançoya qurbaniyên ji ber erdhejên li Venezuelayê girantir dibe. Herî dawiyê hat ragihandin ku hejmara qurbaniyan gihişt 3 hezar kesî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her diçe bîlançoya miriyên ji ber erdhejên li Venezuelayê girantir dibe.

Herî dawiyê hat ragihandin ku hejmara miriyan gihişt 3 hezar kesî.

Her wiha bi hezaran kes hîn jî winda ne.

Li gorî amarên fermî, ji roja Înê ve hejmara miriyan zêdetirî 300 kesî zêde bûye.

Her du erdhej di 24ê Hezîranê rû dan, bi sedan avahî jî hilweşiyan.

Zêdetirî 16 hezar kes birîndar bûne

Di karesatê de zêdetirî 16 hezar kes birîndar bûn.

Ev karesat di dîroka Amerîkaya Latînî de wekî yek ji karesatên herî xirab ên erdhejan tê dîtin.

Ji ber erdhejan 190 avahî bi temamî hilweşiyan

Ji ber erdhejan zêdetirî 16 hezar kes bê mal û hal man û 190 avahî bi temamî hilweşiyan.

Piraniya wan avahiyan li herêma beravê ya La Guairayê ya li bakurê Caracasa paytextê ne.

Erdhejên ku bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan rû dabûn, 10 roj di ser re derbas bûn.

Tîmên rizgarkirinê hêdî hêdî dawî li xebatên lêgerîna kesên sax tînin.

Malbat hewl didin ku termên xizmên xwe ji bin kavilan derxin

Li aliyê din, malbat hewl didin ku termên xizmên xwe ji bin kavilan derxin.

Di karesatên bi vî rengî de "dema zêrîn" a rizgarkirinê bi piranî piştî 72 saetan bi dawî dibe.

Lê belê vê hefteyê wekî mûcîzeyekê çend kes ji bin kavilan bi saxî hatin dîtin û rizgarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye