Li Bakurê Kurdistanê bi destê leşker, cerdevan û şîrketan projeyên talanê tên pêşxistin.
Ji ber projeyên talanê, her ku diçe, qadên daristanî kêm dibin û li van herêman rîska zihabûnê jî zêde dibe.
Li Gundê Cafranê yê Çewligê, tevî gelek îtîrazên gundiyan jî, lê birîna daran nehatiye rawestandin.
Hat zanîn ku birîna daran li gel daxwaza du gundiyan dest pê kiriye, cerdevan jî tev li birîna daran dibin û darên tên birîn, tên firotin.
Muxtarê gund Cengîz Kîşîn diyar kir ku ji ber talankirina xwezayê ava gundiyan gelekî tê qutkirin, rîska hezazê gelekî zêde bûye û banga dayîna piştgiriyê kir.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê çalakiya nobetê ket roja 53'yan
Li Gimgimê jî li dijî talana xwezayê, çalakiya nobet0ê didome.
Nobeta li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Enerjiyê ya Amerîkî ve tê plankirin, di roja 53'emîn de ye.
Şêniyên gundên Dirba, Yekmal û Kevirhingivê, nobet dewrî gundê Qasimanê kirin.
Di serdanan de çalakvanan li dijî polîtîkayên talankirina xwezaya Kurdistanê banga bilindkirina têkoşînê kir.
Li Mereşê jî projeyên talankirina xwezayê tên pêşxistin
Li gundê Kurdoxlî yê Mereşê jî li dijî avakirina kangehên keviran û lêgerîna kanan, gel nerazîbûnê nîşan dide.
Derket holê ku Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Kan û Petrolê (MAPEG) lîsansa lêgerîna kanan daye Koma II-B ku xebatên kolana mermer û keviran li taxa Mole Uson ya li dora çiyayê Tûtê li navçeya Kurdoxlî ya Mereşê vedihewîne.
Li vê qadê ku ji bo şîrketê hatiye terxankirin, xaniyên gundiyan, zeviyên wan, bax û baxçeyên wan hene.
Şêniyên gund dibêjin ku ew naxwazin kes ziyanê bide xwezaya wan.