CETKOM’ê îro ragihand ku hêzên wan roja înê ango roja 19’ê hezîranê li Sûriyê li dijî serçeteyekî DAIŞ’ê êrîşeke asmanî pêk anî.
Fermandariyê eşkere kir ku di encama êrîşê de serçeteyê bi navê Elî Hisên Elewî hat kuştin.
Fermandariya Navendî da zanîn ku êrîş wekî "beşek ji hewldanên berdewam ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo têkbirin û jiholêrakirina terorîstan e.
Jixwe ev terorîst, çi li derveyî Amerîkayê û çi jî li hundirê wê, dixwazin êrîşî Amerîkiyan bikin.