Wezîrên Karên Derve yên welatên mezin (Birîtanya, Keneda, Fransa, Almanya, Îtaliya, Japan û Amerîka) di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên Hûsiyan ên li dijî Siûdiyê nayên qebûlkirin û hat destnîşankirin ku krîza li Yemenê zirarê dide aramî, ewlehiya herêmî û ewlehiya enerjiyê ya li seranserî cîhanê.
Li aliyê din, daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dezgeha Alikariya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) rûyê tarî yê vî şerî nîşan didin
Li gorî daneyên NY'yê, di encama şer de nêzî 700 kes jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes birîndar bûne û zêdetirî 120 hezar kes di hundirê welat de koçber bûne. Bi hezaran kesan jî bi ser Deryaya Sor re xwe gihandiye parzemîna Afrîkayê.
Her wiha zêdetirî 18 mîlyon mirov (nêzî nîvê nifûsa Yemenê) rûbirûyî birçîbûneke giran in. 2.2 mîlyon zarok ji ber kêmxwarinê di bin metirsiyeke mezin de ne.
G7 wek encam diyar dike ku rawestandina destwerdana derve û vegera li ser maseya diyalogê yekane rêya aramkirina Yemen û herêmê ye.