Niştecihên gundê Ceble ya Berava Sûriyê, li dijî revandina sivîlan, bi taybetî jinan bi daxwaza dabînkirina ewlehiyê, xwepêşandanek li darxistin.
LI DIJÎ REVANDIN Û KUŞTINÊ DERKETIN
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku li seranserî Berava Sûriyê nerazîbûn derketiye, lê ev bertek ji hêla hêzên ewlehiyê ve rastî tepisandinê hat û li gelek taxan, xalên kontrolê hate bicihkirin.
SOHR ragihandin ku pileya revandinê taybet li herêmên ku Elewî tê de hene, gelek zêde bûye. Her wiha revandina 3 kesan di nav de jinek ciwan li Tertûs û gundewarê Şamê, belge kirine.
Ev bang di demekê de tên ku hêrsa raya giştî zêde dibe, nexasim li ser beşdarbûna endamên Wezaretên Parastin û Karên Hundir di kuştinên armanckirî de.