Çarçoveya Hemahengîyê îro, di saetên şevê de, bi peyamekê, ragihand ku wê civîneke girîng li Koşka Hikûmetê ya li Bexdayê li dar xistiye.
Her wiha Çarçoveya Hemahengiyê eşkere kir ku wan di vê civînê de, Elî Zeydî ji bo erka Serokwezîrtiyê Iraqê destnîşan kirye.
Di peyamê de hem spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, hem jî Serokê Hevpeymana Dewlet Yasayê Nûrî Malikî hatiye kirin ku namzetên xwe vekişandine ji bo erka serokwezîrtiyê ya hikûmeta bê.
Her wiha Çarçoveya Hemahengiyê diyar kir ku hilbijartina Elî Zeydî namzetê Koma Çarçoveya Hemahengiyê ye ku li Parlamentoyê koma herî mezin e.
Elî Zeydî kî ye?
Elî Falih Kazim Zeydî, di sala 1986`an de, li bajarê Zîqarê yê Îraqê hatiye dinê.
Wî Serokatiya berê yê Desteya Birêvebirinê ya Banka Başûr (Mesref el-Cenûb) kiriye, her wiha serokê niha yê Desteya Birêvebirinê ya Şirketa Nîştimanîyê ye.
Di heman demê de ew Serokê Desteya Birêvebirinê ya Zanîngeha Şeibê, Desteya Birêvebirinê ya Enstîtuya Bijîşkî ya Eştarê û endamê Sendîkaya Parêzerên Îraqê ye.
Divê Elî Zeydî di nava 30 rojan de kabîneya xwe diyar bike
Li gorî madeya 76’an a Destûra Îraqê, divê Elî Zeydî di nava 30 rojan de, ji bo avakirina hikûmeta nû kabîneya xwe ava bike û pêşkêşî Parlamentoyê bike.
Li gorî madeya 3 û 5an eger di dema hatî diyarkirin de Elî Zeydî nekarî hikûmetê ava bike, Serokkomarê Iraqê dikare yekî din ji bo erka avakirina hikûmetê destnîşan bike.