Rêveberê Kobanê Mihemed Mistefa Mihemed dest bi erka xwe kir

Rêveberê bajarê Kobanê Mihemed Mistefa Mihemed ê ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatiye erkdarkirin dest bi erka xwe kir. Rêveberê Kobanê daxuyaniyek da û tê de soz da hemû xelkê Kobanê ku bi awayekî rast xizmetê pêşkêşî xelkê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, beriya çend rojan, Mihemed Mistefa Mihemed wekî rêveberê bajêrê Kobanê hilbijart.

Mihemed Mistefa Mihemed, dest bi erka xwe kir û li pêşiya avahiya Rêveberiya Herêmî ya bajêrê Kobanê daxuyanî da.

"Em soz didin ku xizmetê bi awayekî rast pêşkêş bikin"

Mihemed Mistefa Mihemed, diyar kir ku Kobanê û gundewarên wê ti carî li hemberî zilmê serî netewand.

Kobanê û gundewarên wê di salên dirêj de gelek zilim ji dest rêjîma Esed dîtin.

Carekê ji ber zilma giştî li ser gelê Sûriyê û carekê jî bi taybet li ser gelê Kurd.

Lê Kobanê ti carî serê xwe ji zilmê re danexist.

Mihemed, hêvî kir ku di Sûriya nû de hemû gel xwedî maf û nasname be.

Di 8`ê Çileya 2024`an de bi rizgarkirina Sûriyê û hilweşandina rejîma Esed re qonaxeke nû dest pê kir.

Em hêvî dikin Sûriya nû ji bo hemû gelê xwe be.

Mihemed Mistefa Mihemed, di dawiyê de soz da ku ew ê di rêvebiriya nû ya bajêr de xizmeta civaka xwe bike.

Em soz didin ku em ê di rêvebiriya nû de xizmetê ji hemû kesan re bikin, û bi awayekî rast û dadperwer xebatê bikin

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye