Li Tirkiyê demokratîkbûyîn tê axiftin lê pêkanîn nîne

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha tîrmehê eşkere kir û anî ser ziman ku, 8 rojnameger hatine binçavkirin 34 rojnameger jî hîn di girtîgehê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên mafên Rojnamegeran a meha Tîrmeha 2025’an perve kir. 

Komeleya DFG`ê di rapora xwe de eşkere kir ku, di meha tîrmehê de jî rojnamevan ji ber rojnamevantî kirin hatin binçavkirin, ji ber birîna daran, hempîşeyên xwe bi bîr anîn lêpirsîn hatin destpêkirin. 

Di meha tîrmehê de 8 rojnamevan hatin binçavkirin, 5 rojnamevan hatin girtin. Fûrkan Karabay bi awayeke derveyî hiqûqî hêj jî di girtîgehê de tê girtin. Ercument Akdenîz jî di meha Sibatê ve girtî ye, tevî ku di danişîna ewilê de tu delîl nîn bûn.

 

DFG: Banga birêz Ocalan ya aştî û civaka demokratîk hêviya demokrasiyê ye

DFG`ê di rapora xwe de anî ser ziman û got:

``Banga Birêz Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk hêviya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ji nû ve şîn kir.

Di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku, li Tirkiyê demokratîkbûn tê axaftin lê belê êrişên li dijî çapemeniyê kêm nebûne, berovajî zêdebûne.

Komeleyê girêdayî dozên çapemeniya KCK`ê jî got:

Di meha tîrmehê de 30 dosye û darizandina 84 rojnamevanan hatiye berdewam kirin. Yek ji van dozan jî doza 34 rojnamevanên jê tên darizandin û ev 13 sal e berdewam dike ya bi navê Doza Çapemeniyê ya KCKê ye.

Ev doz ev 13 sal e di nîşaneya azadiya dîroka çapemeniyê de weke nîgareke reş tê binav kirin.

 

DFG: RTUK bûye amûrekî gefxwarinê

DFG`ê balkişand ser biryarên RTUK’ê yên derveyî demokratîkbûnê ev nirxandin kir:

RTUK bûye amûreke gefxwarinê. RTUK’ê der barê kanalekê de 10, der barê kanalekê de 5 rojan biryara reşkirina ekranê da, der barê 2 kanalan de jî cezayê pereyan birî.

Komeleya DFG`ê di berdewamiya eşkere kirina rapora xwe de ev tişt anî ziman:

``Divê hemû rojnamevanên ji ber çêkirina nûçeyan hatine girtin werin berdan. Divê RTUK û BTK’a bûne amûreke cezakirinê yên AKP’ê veguhezin avabûnên demokratîk.``

 

Rola rojnamegeran jiyanî ye

 

DFG`ê herî dawiyê di rapora xwe de wisa got:

``Em piştgiriyê didin pêvajoya bi banga Devlet Bahçelî daye destpêkirin û bi gavên şênber ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş dikeve. 

Ji bo ev pêvajo bi serkeftinê encam bibe, divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Abdullah Ocalan re werin rakirin. 

Rojnameger neynika civakê ne û rola rojnamegeran jiyanî ye.``

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24