Şandeyeke Amerîkayê serdana Şamê kir

Şandeyeke Amerîkayî serdana Şamê kir û bi berpirsên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re pirsa welatiyên Amerîka yên windayî û çend mijarên din gotubêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku nîqaş bi beşdariya Wezaretên Karên Hundir, Darayî û Ragihandinê, Banka Navendî ya Sûriyeyê û hejmarek ji rayedarên peywendîdar hatine kirin.

Şandeya Amerîkî ji aliyê Nicholas Granger, Rêveberê Platforma Herêmî ya Sûriyeyê (SRP) ve dihat birêvebirin.

Balyozxaneya Amerîkî li Şamê bi rêya platforma X`ê eşkere kir ku nîqaş li ser çend mijaran hatine kirin, di nav de reformên darayî, derfetên aborî û mijara Amerîkayiyên windayî, her wiha misogerkirina gihîştina alîkariyên mirovî, berfirehkirina hevkariya ewlehiyê û îhtîmala ji nû ve avakirina nûneratiyeke dîplomatîk a daîmî ya Amerîkî li Sûriyê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye